Gundekî Til Temir hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê Til Temirê topbaran kir.

Gundekî Til Temir hat topbarankirin
13 hezîran, 2024   08:31
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdora 12.45’an gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê bajarê Til Temirê topbaran kir. Gundê Um El Kêf bi obîs û hawnan hat topbarankirin.

Agahiyên zêdetir bi dest neketin.

(bb)

ANHA