Cezayê 26 sal girtîgeh li endamekî "Dîfa El Wetenî" hat birîn

Dadgeha Lahay 26 sal cezayê girtîgehê li endamekî milîsên "Dîfa El Wetenî" yên girêdayî rejîma Baasê birî.

Cezayê 26 sal girtîgeh li endamekî "Dîfa El Wetenî" hat birîn
16 hezîran, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Lahayê ya li Holandayê îro cezayê 26 sal girtîgeh li endamekî milîsên "Dîfa El Wetenî" yên girêdayî rejîma Baasê, Refîq El Qetrib birîn. Hate gotin, El Qetrib bi sûcên li dijî mirovahiyê yên ku di navbera salên 2013 û 2014‘an de li dijî girtiyên sivîl kirine, hate darizandin.

Dadgehê, bersûc bi 19 sûcên îşkencekirin, tecawiz, tundiya zayendî, muameleya dijwar a li dijî hejmarek girtiyên li 3 girtîgehên "Dîfa El Wetanî" yên li dredora bajarê Selemiyê yê gundewarê Hemayê, mehkûm kir.

Dadgehê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera Dadgehên Hollandayê parve kiriye diyar kir  "Delîlên berdest piştrast dikin ku destê El Qertib di îşkencekirina 8 qurbaniyan û binpêkirinên fîzîkî û dirûnî wekî lêdan, kehrebekirin, daliqandin û tazîkirin, her wiha destdirêjiya zayendî û tecawîzkirina qurbaniyekê de hene. Ew bûye sedema avakirina hawirdorek bi tirs û êş di hundirê girtîgehan de."

Di daxuyaniya dadgehê de hate destnîşankirin ku qurbaniyan piştrast kirine ku bandorên psîkolojîk û fîzîkî yên îşkenceya ku wan kişandine heta roja îro jî li ser wan xuyane.

Dadgehê, her wiha ji ber nebûna delîlên têrker, El Qetrib ji hin tohmetên têkildarî qurbanihyekî beraet kir.

Hate diyarkirin ku hemû qurbaniyên sûcên El Qertib, daxwaza tazîmatan kirin, lê dadgehê ev yek qebûl nekir nekir ji ber ku ev li gorî qanûnan ev yek ne erka wê ye.

(bb)