Çeteyan piraniya taxên Helebê kontrol kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek taxên bajarê Helebê kontrol bikin, bêyî ku hêzên Şamê li ber xwe bidin.

 Çeteyan piraniya taxên Helebê kontrol kirin
30 mijdar, 2024   11:12
HELEB
MIHEMED EBDO

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi dehan taxên bajarê Helebê kontrol kikin, bêyî ku hêzên Şamê li ber xwe bidin.

Taxên ketin bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ev in: Bustan El Qesir, Kelasê, Ferdos, Qesîle, Keleha Helebê û derdora wê, taxên Cemîliye, Selahedîn, Bustan Zehara, El Feyd, Heleb El Cedîde, du beş ji taxa Raşidîn, herêma Pîşesaziyê, Ramûsa, Hemdaniye, Mîrîdiyan, Furqn, beşek ji Bab Neyreb, Ezîziye û Suryan.

Ji deverên din ên girîng ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kontrol kirine ev in: Navenda Fermandariya Polîsên Helebê, Akademiya Leşkerî û Lêkolînên Zanistî, avahiya Parêzgeriya Helebê, Fakulteya Topxaneyî, avahiya Koç û Paseportan, Qada Seedallah El Cabirî, avahiya Gerînendetiya Pêwendiyan, avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê, Zanîngeha Helebê. Hîna nehatiye piştrastkirin bê ka avahiya Şîrketa Ceyranê bi temamî kontrol kirine yan na.

Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin de, xuya dibe ku çeteyan dest daniye ser miqdareke mezin a çekan û nuqteyên leşkerî. Lê neavêtina guleyekê jî ji aliyê hêzên Şamê ve li hemberî çeteyan dide nîşandan ku senaryoya rasdestkirin û wergirtinê di navbera wan de heye.

Di dîmenan de nîşaneyên çeteyên DAIŞˈê li ser cil û çekên çeteyan xuya dibin. Ev jî piştrast dike ku çeteyên DAIŞˈê li kêleka çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El Şam êrişî Helebê dikin.

Di saetên vê sibehê ve li gelemperiya bajarê Helebê bêdengî heye û gule nehatin teqandin. Lê balafirên şer li ser bajar digerin û li taxa Heleb El Cedîde hin dever bombebaran kirin.

(bb)

ANHA