Çeteyan li Efrînê li 2 welatiyan xistin û pezî wan dizîn

Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî li 2 welatiyan xistin û zêdeyî 20 serî pezên wan revandin. Di heman demê de bûyerên revandin, talan û binpêkirinan li hermên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de zêde bûne.

Çeteyan li Efrînê li 2 welatiyan xistin û pezî wan dizîn
19 cotmeh, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 3 çekdarên rû pêçayî roja Şemiyê berbanga sibê (10’ê cotmehê) li welatiyê bi navê Yûsif Yûsif (54) û Mihemed Şebo (17) xistin û zêdeyî 20 serî pezên wan dizîn. 

Rêxistinê diyar kir ku bûyer derdora saet 3.30’yan de li newala Zerafa ya li bakurê bajarê Mobata pêk hatiye. Herdû welatî di terektorke çandiniyê de li nêzî keriyê pezê xwe razayî bûn.

Rêxistinê destnîşan kir ku çekdaran bi tundî li wan xistin û qontaxa çeka xwe di lêdanê de bikar anîn, paşê herdû girêdan û erebeyek nêzî herêmê bû anîn û pezê wan pê dizîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeê da zanîn ku bûyerên revandin, destdirêjiya li mal û dizî li herêmên dagirkirî zêde bû ye. Hemû jî bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

(dc/k)

ANHA