CENTCOM ji bo êrişa ser Îranê li benda fermana Koşka Spî ye

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku plana wan ya ji bo êrişek ser Îranê amade ye û ew tenê li benda fermana Koşka Spî ne.

CENTCOM ji bo êrişa ser Îranê li benda fermana Koşka Spî ye
25 cotmeh, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora rojnameya The Hill, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ji bo êrişek li ser Îranê gelek bijarde amadekiriye. 

Li gorî heman rojnameyê CENTCOM ji bo êrişa ser hedefên Îranê tenê li benda fermana Koşka Spî ye.

Hate gotin ku plana êrişê ji bo Wezîrê Şer yê Amerîkayê jî hatiye ragihandin.

Divê çarçoveyê de serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, ji bo biryara dawî li ser vê mijarê were dayîn, hemû bijardeyên dîplomasî ji bo Tahranê vekirî bimînin.