Ji Civaknas Michel Maffesoli piştgiriya ji bo aştiyê

Civaknasê Fransî Michel Maffesolî ku bal kişand ser girîngiya aştiyê, got: "Çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya pêvajoyeke aştiyê de û bi lihevkirineke di navbera gel de, pir girîng e."

Ji Civaknas Michel Maffesoli piştgiriya ji bo aştiyê
25 cotmeh, 2026   10:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rengvedanên navneteweyî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kiribû, berdewam dikin. Civaknasê Fransî Michel Maffesoli têkildarî pêvajoyê peyamek şand ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re. Peyam wiha ye: 

"Her wekî ku Platon jî çend sedsal berê bi bîr xistibû, bingehê demokrasiyê gel e. Çavkaniya bênîqaş a zanyariya gel jî ev e. Ji ber vê yekê, çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya pêvajoyeke aştiyê de û bi lihevkirineke di navbera gel de, pir girîng e. Ez piştgiriyê didim her cure hewldanên di vî warî de."

 MICHEL MAFFESOLI KÎ YE?

 Civaknas Michel Maffesolî yê ku di 14’ê Mijdara 1944’an de li Fransayê ji dayik bûye, li Zanîngeha Grenobleyê perwerdeya civaknasiyê dît û xebatên xwe yên akademîk li Zanîngeha Sorbonneyê domand. Maffesoli yê ku bi taybetî bi xebatên xwe yên li ser civaka post-modern, aîdiyeta civakî, nasnameya kolektif û jiyana rojane tê naskirin, diparêze ku di civakên nûjen de kes li derdora hest, nirx û şêwazên jiyanê yên hevpar civakên nû ava dikin. Wî bi nêzîkatiya "qebîletiyên nû" re awayên tevlêbûna kesan a nava komên civakî û pêşxistina aîdiyetê şîrove kir. Xebatên wî, ji bo têgihiştina binyada çandî û civakî ya civakên hemdem xwedî cihekî girîng in.