Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava careke din girêdana xwe ya bi misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di hemû qonaxên xwendinê de kir, daxwaz kir ku Zanîngeha Rojava ji hêla akademîk û îdarî ve serbixwe be.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza serxwebûna akademîk û îdarî ya zanîngehê kirin
25 cotmeh, 2026   12:20
QAMIŞLO

Xwendekarên Fakulteya Perwerdeyê û Fakulteya Endezyariya Avahîsaziya Ekolojî yên Zanîngeha Rojava têkildarî nêzîkatiyên Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi zimanê kurdî ji hêla Xwendekara Fakulteya Endezyariya Avahîsaziya Ekolojî Jiyan Arslan bi zimanê erebî ji aliyê Xwendekarê Fakulteya Perwerdehiyê Gulda Silêman ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Em xwendekarên Fakulteya Endezyariya Avahîsaziya Eolojî û Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Rojava, ji wê baweriya xwe ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê parçeyekî resen e ji nasname, bîranîn û kultura mirovan e, em tekez dikin ku em bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê zimanê kurdî, wekî mafekî zimanî, perwerdeyî û kulturî yê resen ve girêdayî ne. Di heman demê de em tekezî li ser baweriya xwe bi mafê hemû pêkhateyan dikin ku ziman û kulturên xwe biparêzin û pê perwerde bibin, bi awayekî ku wekhevî û rêzdariya di navbera hemû welatiyên civaka Sûriyeyê de misoger bike.

Parastina me ji zimanê me û mafê me yê perwerdeya bi wî zimanî, nahêle ku zimanê erebî yan jî her zimanekî din kêm bê dîtin; lê ev yek ji wê baweriya me pirrengiya zimanî û kulturî sermayeyeke mirovî û neteweyî ye ku divê bê parastin û xurtkirin. Zimanê erebî nasname û kultura gelê xwe ye, zimanê kurdî jî nasname û kultura gelê Kurd e, mafê her pêkhateyê heye ku taybetmendiya xwe ya kulturî û zimanî di çarçoveya mafên wekhev û jiyana hevbeş de biparêze.

Ji erk û berpirsiyariya me wekî xwendekarên Fakulteya Perwerdeyê, em tekez dikin ku perwerdeyî mafekî bingehîn e, zanîngeh ne tenê saziyeke ku bawermendeyan dide, lê stûneke bingehîn e ji bo avakirina civakê, amadekirina kadroyên zanistî û perwerdeyê, her wiha perwerdekirina nifşên ku bikaribin rewşa xwe bi pêş bixin û di geşepêdana wê de beşdar bibin.

Ji vir, em pabendbûna xwe bi mafê Zanîngeha Rojava yê di parastina serbixwebûna wê ya akademîk û rêberiyê de, di saxlemhêlana hemû fakult e û beşên wê yên zanistî de mîna ku hene tekez dikin. Em tevlîkirin (yek kirin) a beşên wê yên zanistî bi zanîngehên derveyî herêmê re red dikin, ji ber wan encamên ku dikarin bandorê li paşeroja perwerdeya zanîngehê, domdariya pisporiyên zanistî, şiyana zanîngehê di birohanîna peyama xwe ya beramberî civaka xwe de bikin.

Herêma pir hewcedarî zanîngeha xwe ye, berdewamîya hemû beşên xwe yên zanistî û perwerdeyê û derçûna xwendekaran ji pisporiyên cihêreng heye, da ku bikaribin xizmeta civaka xwe bikin û saziyên wê yên perwerdehî, kulturî û civakî bi pêş bixin. Her wiha parastina vê zanîngehê tê wateya parastina derfetên perwerdeya bilind ji bo xwendekaran e.

Tevîkirina beşên zanistî bi zanîngehan din re, divê nebe cihgîrê geşepêdana zanîngehê, piştavaniya wê û naskirina taybetmendî û hewcedariyên civaka wê. Lê tişta ku tê xwestin, xurtkirina derfetên wê yên zanistî û rêveberiyê ye, dabînkirina pêdiviyên perwerdehî û lêkolîna zanistî ye, misogerkirina naskirina akademîk ji bawername û bernameyên wê re ye, avakirina pêwendiyeke zelal bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re, bi awayekî ku xweserî, nasname û rola wê di xizmeta civakê de biparêze.

Li ser vê bingehê, em van daxwazan dikin:

1. Misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di hemû qonaxên perwerdeyê de, di nav de xwendina zanîngeha jî û xebitîn ji bo parastina vê mafî bi awayekî destûrî û qanûnî.

2. Naskirina mafên zimanî û kulturî yên Kurdan û misogerkirina parastina wan di destûra Sûriyeyê de, li ser bingehê wekhevî û naskirina pirrengiya ku civaka Sûriyeyê pê tê nasîn.

3. Parastina Zanîngeha Rojava bi hemû fakulte, beşên zanistî û pisporiyên wê yên heyî û misogerkirina berdewamiya wê di pêkanîna peyama xwe ya perwerdehî û akademîk de bêyî betalkirina beşên wê yan tevîkirina wan bi beşên mîna wan re di zanîngehan din de.

4. Misogerkirina xweseriya Zanîngeha Rojava ya akademîk û rêveberiyê, û rêxistina pêwendiya wê bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re bi awayekî ku naskirina akademîk ji bawername û bernameyên wê re bi dest bixe û taybetmendî û mafê wê di berdewamiya geşepêdana zanistî û saziyî de biparêze.

5. Piştevaniya zanîngehê, geşepêdana binesaziya wê, derfetên wê yên zanistî û lêkolînî û peydakirina mercên guncaw ji bo berdewamiya proseya perwerdeyê, bi awayekî ku hewcedariyên civakê li Rojava dabîn bike û di amadekirina kadroyên zanistî û perwerdeyê.

6. Misogerkirina mafê xwendekaran di berdew amkirina xwendina xwe ya zanîngehê de di nav saziyên perwerdeyê yên ku dikarin berdewam bibin û bi pêş bikevin û dôrketina ji gav û tedbîran ku bibin sedema kêmbirina derfetên wan yên perwerdeyê yan lawazkirina hebûna zanîngehe ya zanistî di herêmê de.

Daxwazên me tu zanîngeheke din armanc nagire û ji rola wê kêm nake, lê tekezî li ser mafê civaka me di parastin û geşepêdana zanîngeha xwe de dike û mafê xwendekarên wê di perwerdeya zanîngehe ya aram û nêzî civaka wan de, her wiha mafê xelkê wê ku bibin hevpar di avakirina paşeroja herêma xwe de ji aliyê zanistî, perwerdehî û kulturî ve.

Em hêviya Sûriyeyekê dikin ku tê de mafên hemû pêkhateyên wê bên parastin, rêz li ziman û kulturan bê girtin û saziyên perwerdeyê li ser bingehê edalet, wekhevî û hevkariyê bên avakirin, dûrî pîştguhxistinê.”

(sb)

ANHA