Cendermeyên Tirkiyeyê gule berdan gundekî rojavayê Amûdê

Cendermeyên dewleta Tirk hilkişiyan ser dîwarê sînorî, heta nîv saetê gule berdan gundê Behîra yê dikeve rojavayê bajarê Amûdê.

Cendermeyên Tirkiyeyê gule berdan gundekî rojavayê Amûdê
7 nîsan, 2026   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji gundê Behîra yê gundewarê Amûdê daxuyand ku cendermeyên dewleta Tirk hilkişiyan ser dîwarê di navbera Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de bi awayekî bênavber heta nîv saetê gule berdan gundê Behîra yê dikeve rojavayê Amûdê.

Nûçegihan da zanîn ku tu kes birîndr nebû, lê bûyerê metirsiyek di nava şêniyan de çêkir.

(fr)

ANHA