Çend dîmenên operasyona gerîlayên azadiyê ya li Zapê 

Dîmenên destpêka operasyona şoreşgerî ya gerîlayên HPG’ê ku li qada berxwedanê ya Zapê hat pêkanîn, ji aliyê ANF’ê ve hatin weşandin.

Çend dîmenên operasyona gerîlayên azadiyê ya li Zapê 
13 ÇILE, 2024   08:58

Li gorî nûçeya ANF’ê gerîlayên azadiya Kurdistanê (HPG/YJA Star) duh (12 Çile 2024) saet derdora 17.00’an de li herêma Zapê dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok pêk anî. Di nûçeyê de hatibû gotin ku gelek leşker hatine kuştin, çek û cebilxane hatine desteserkirin. 

Di dîmenên ku li gel nûçeyê hatine weşandin de, nûçegihanê ANF’ê di dema domandina operasyonê de rewşê radigihîne. Di dema pêşkêşvaniyê de denge şer û pevçûnan jî gelekî tê bihîstin.

Operasyona şoreşgerî ya gerîlayên HPG/YJA Star di raya giştî ya Tirk de jî gelekî deng veda. Ragihandina ku pir kêm carana windahiyên leşkeran didin, neçar man cih bidin mijarê. Desthilatdariya AKP/MHP’ê ku ketiye nava tengezariyê jî wê îro bi awayekî awarte bicive.