Çapemeniya erebî bandora şerê li Îranê û encama wê nirxandin

Rojnameyan di hejmarên xwe yên îro de diyar kir ku têkiliyeke xurt di navbera siyaset û bazarên cîhanê de heye û dema daxuyanî têne dayîn, bandorê li ser petrolê dikin. Her wiha destnîşan dikin encamên şer li gorî hevsengiya hêzan dê diyar bibe.

Çapemeniya erebî bandora şerê li Îranê û encama wê nirxandin
18 nîsan, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çapemeniya erebî de encamên siyasî û aborî yên şerê li Îranê û bandora wî li ser bazaran hatin nirxandin

'KÎ SÛD JI ŞERÊ LI ÎRANÊ WERGIRTIYE?'

Rojnameya El Nehar bi pirsa "dema destwerdan li biryara siyasî û tevgera bazarên derayî tê kirin, kî ji şer sûdê werdigire?" dest pê kir. Li gorî rojnameyê, dema daxuyaniyên siyasî li ser medayaya dijîtal tên parvekirin, guhertinên bi lez li bazarên darayî çêdibe û gelekî zehmet dibe ku cudahiya di navbera siyasetê û bazara darayî de were diyarkirin.

Rojnameyê bûyera 23`yê Adarê ya bazara petrolê bi bîr xist û wiha hat gotin; serokê DYA’yê Donald Trump berî ragihînê ku wan dest bi ''dan û standinên berhemdar'' ên bi Îranê re kiriye, biha guherîn û bazar tevlihev bûn û piştî ragihandina dan û standinan, para DYA’yê ji tirîlyonekî gihaşte 3 trilyonan.

Rojnameya El Nehar diyar kir ku hinek alî li bendê dimînin heyanî têkildarî şer daxuyaniyên fermî werin dayîn û ew jî di encama vê yekê de gelek pere qezenc bikin.

Her wiha destnîşan kir ku dema siyaset destwerdana aborî dike gef li baweriya bazaran tê xwarin.

'ŞER DÊ KENGÎ BI DAWÎ BIBE?'

Kovara El Mecele dipirsê dê kengî şer bi dawî bibe. Li gorî El Mecele şer dê heyanî demeke dirêj dewam bike. Li gorî agahiyên ewlehî û siyasî şerê DYA û Îranê di demeke kin de bi dawî nabe.

El Mecele wiha nivîsand: “Hevsengiyên hêzên dikevin bin xizmeta berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). DYA herî zêde xwe dispêre serdestiya xwe ya leşkerî û teknolojîk. Îran jî herî zêde li ser mentiqê ku li ber xwe bide, şer dike. Tevî ew qas zext li fermandariya Îranê tê kirin lê têk neçûye û didome. Ev jî rengek ji rengê serkeftinê ye.''

El Mecele da zanîn ku ''Washington dixwaze bighêjê hedefên stratejîk û hêza mûşek û nukleerî ya Îranê lawaz bike û bandora Îranê li herêmê sînordar bike. Şerê ku bi biryara DYA’yê dest pê kir, dê bi biryara wê bisekine.”

El Mecele ji bo şerê di navbera DYA û Îranê de raweste gelek senaryo danîn; yan dê li Îranê xwîn were rijandin, an jî dê şertên DYA’yê qebûl bike û li hev bikin. El Mecele diyar kir ku dibe guhertineke biçûk di sîstema hundirîn a Îranê de çêbe. Eger şer bidome dê Îran lawaz bibe û rola wê li herêmê kêm dibe.

(np)