DYA'yê cezayên aborî li 7 fermandarên Heşdî Şabiyê ragihandin 

DYA'yê hejmarek komên çekdar ên Iraqê xistin lîsteya "terorê" û ceza li 7 fermandarên Heşdî Şabiyê birî.

DYA'yê cezayên aborî li 7 fermandarên Heşdî Şabiyê ragihandin 
18 nîsan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê îro cezayên aborî li 7 fermandarên komên Heşdî Şabiyê birî. Wezaretê ragihand ku ev kes berpirsên plankirin û pêkanîna êrişan li dijî berjewendiyên DYA’yê ne.

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) bi daxuyaniyekê diyar kir ku fermandarên ceza li wan hatiye birîn girêdayî komên Hizbullah, Tevgera Nuceba, Esayîb Ehil El Heq û Tabûra Seyîd El Şuheda ne û wekî komên herî tundraw bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên navborî li gorî biryara 13224'an wekî "terorîstên cîhanê" bhatine destnîşankirin.

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê daxuyand ku helwesta wê ya piştgiriya Iraqeke aram, pêşketî û xwedî serdestî sabit e.

Her wiha ji hikumeta Iraqê xwest ku gavên cîd biavêje da ku xaka Iraqê nebe bingeha çalakiyên têkbirina istiqrara herêmê, komên çekdar ên ser bi aliyên herêmî ve tune bike û nûnertî û kesên biyanî li ser xaka xwe biparêze.

(bb)