Çalakvanan li ser sînorê Kobanê piştgirî da peyama Rêber Abdullah Ocalan

Çalakvanên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê, li Pirsûsê li dijî êrişan ber bi sînorê Kobanê ve meşiyan û peyama Rêber Abdullah Ocalan silav kir û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Çalakvanan li ser sînorê Kobanê piştgirî da peyama Rêber Abdullah Ocalan
3 ÇILE, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 12'emîn de ye ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Di çarçoveya nobedê de li Pirsûsê meşek tê lidarxistin. Ji bajarên cuda gelek kes tev li meşê bûn û xwest êriş bêne rawestandin.

Dayika Aştiyê Sebîna Sezen (64) ku ji Wanê tev li meşê bû, anî ziman ku ji 600 kîlometreyî bi hêviya aştiyê hatiye û got: "Ji ber ku zarokên wan ne di nava vî şerî de ne dilê wan rehet e, lê belê em li mala xwe nikarin bi rehetî rûnên. Cîgera me dişewite. Ji ber vê yekê em ewqasî ji cihekî dûr hatin. Ev şer nabe ku dewam bike."

Sebîna Sezen bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û got: "Çawa ku lîderên wan diaxivin, divê Birêz Ocalan jî karibe bi heman rengî biaxive. Çawa ku ew ji ziman û çanda xwe hez dikin, em jî bi heman rengî jê hez dikin û dipejirînin. Em hatin vê derê ku bibêjin 'êdî bes e'. Di serî de Birêz Ocalan em dixwazin girtiyên me hemû bêne berdan."

Fevzî Melet (65) ê ji Wanê tev li çalakiyê bû diyar kir ku ji bo xwedîderketina li destketiyên li Rojava ew hatin Pirsûsê û got: "Di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hewl hate dayin komkujî li gelê Kurd bê kirin. Serokwezîrê wê demê Erdogan ji bo Kobanê gotibû 'Li ber ketinê ye, dikeve'. Mejiyê dijminê Kurdan hîn jî dewam dike. Planên komkujiyê yên li dijî Kurdan di şexsê Rojava de dewam dikin. Dixwazin destketiyên li Rojava ji Kurdan bistînin. Lewma komkujiyê dewam dikin. Em van şermezar dikin. Çar parçeyên Kurdistanê ji bo me yek e, ha Rojava ha jî Bakur. Em yek in. Em li xaka xwe li Kurdistanê jiyan, em ê lê bijîn."

Melet ragihand ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete meriyetê û got, "Bandora peyama Birêz ocalan li ser gelêw Kurd mezin e. Gelê Kurd bi kuştinê naqede. Peyama Birêz Ocalan jî bi heman rengî ye. Eger aliyê Tirkiyeyê jî guh bidin peyamên wî, hingî wê aştî vê vî welatî."

Dayika Aştiyê Macîde Varhan (46) a ji navçeya Rêya Armûşê tev li meşa li Pirsûsê bû bang li gelê Kurd û tevahiya cîhanê kir û got: "Xwîn têra xwe herikî. Bi dest ji kuştina Kurdan berdin, dest ji êrişên li ser Kobanê berdin. Heta ku ji me bê em ê li gel Kobanê, li gel gelê xwe, li gel Rêberê xwe bin. Peyamên Birêz Ocalan di nava gel de her tim deng vedidin. Sedema dîlgirtina niha ya Birêz Ocalan daxwaza wî ya ji bo aştî û azadiyê ye. Her gotineke Birêz Ocalan a bigihêje me wê aştiyê ava bike. Hûn nikaribin bibêjin ku Kurd nîne. Kurd wê her tim hebin. Nasnameya me heye, welatê me heye."

Mulikiye Savraz (33) jî destnîşan kir ku ew hatine xwedî li destketiyên Kurdan derkevin, bi taybetî jî xwedî li destketiyên jinan derkevin û got: "Em ê li vê derê nîşan bidin ku em xwedî li destketiyên xwe derkevin. Bangên aştiyê yên lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser coşa îro çêbû. Di meşê de em ê vê peyamê nîşan bidin."

Medîne Kiyak (66) anî ziman ku ew dixwazin êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û got: "Em naxwazin xwîn bêne rijandin. Ji ber vê yekê em bi rê ketin. Em ne sedema rijandina vê xwînê ne."

Nahîle Kaplan (54) jî ragihand ku ew daxwaza aştiyê dikin û ji bo vê yekê zor û zehmetiyê dikişînin.

Îslîm Demîr (65) jî xwest êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û got: "Êrişên li ser Rojava me dixe nava fikaran. Em naxwazin kes bimire. Bi Birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin, hêviya me ya aştiyê zêde bû."