Şandeyeke Îsraîlê diçe Qeterê

Şandeyeke ewlekariyê ya Îsraîlê ji bo beşdarbûna dan û standinên têkildarî agirbesta li Xezayê û azadkirina dîlên di destê Hemasê de, berê xwe da Qeterê.

Şandeyeke Îsraîlê diçe Qeterê
3 ÇILE, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, "Netanyahu destûr da heyeteke îstixbarata derve (Mossad), Servîsa Ewlekariya Giştî (Şîn Bet) û artêşa Îsraîlê da ku dan û standinan li Dohayê bidomînin."

Medyaya Îsraîlê ragihand ku şande ji bo beşdarî dan û standinên agirbestê yên li Xezayê bibe, çûye Qeterê.

Rayedarên Îsraîlê di rojên dawîn de ji ber astengbûna dan û standinan reşbîniya xwe nîşan dabû. Hemasê jî qebûl nekir navên dîlgirtiyên sax ên ku dikarin werin azadkirin, aşkera bike.

Di 25ˈê Mijdara 2024ˈan de, Hamasê diyar kiribû ku dan û standinên agirbestê ku bi navbeynkariya Qeter û Misirê dihatin kirin, têk çûbûn. Her wiha aşkera kiribû ku Îsraîl der barê vekişandin, agirbest, girtiyan û vegerandina koçberan de şertên nû datîne.

(bb)