Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re li navçeya Amûdê wêneyên şehîdan û alên Kongra Star hatin daliqandin. Her wiha dewreyên perwerdeyê yên taybet ji bo mêran li navçeyên Amûde û Til Hemîsê dest pê kirin.

Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
Çalakiyên 8`ê Adarê berdewam in
3 adar, 2024   15:37
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de, Kongra Star a navçeya Amûdê perwerdeya 2 rojan ji mêran re li navenda xwe ya li navçeyê da destêkirin.

Zêdetirî 30 mêrên ku di saziyên xizmetguzarî, tenduristî, saziyên civaka sivîl û komînên navçeyê û bajarokên wê de kar dikin û mamoste tev li perwerdeyê bûne.

Di perwerdeyê de wane ji saet 9:00`an sibê heta 14:00`an piştî nîvro têne dayîn. Civaka xwezayî, zayendperestî û hevjiyana azadî rojeva waneyan e.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî Kongra Star li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dewreyeke perwerdeyê ji mêran re li dar xist. Di perwerdeyê de mijarên wekî zayendperestî û hevjiyana azad dê werin dayîn.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî endamên Kongra Star û jinan li têketin û derketina ji bajêr ala Kongra Star û dirûşma 8`ê Adarê daliqandin.

Her wiha wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan jî hatin daliqandin. Çaverê ye ku li navçeyê çalakiyên din wekî belavkirina broşûran li dar bikevin.