Bîlançoya şerê li Xezayê giran dibe
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve nêzî 38 hezar û 919 kes hatine kuştin û 89 hezar û 622 kes jî birîndar bûne.
![Bîlançoya şerê li Xezayê giran dibe](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_669ba2908889b.jpg)
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve 38 hezar û 919 kes hatine kuştin û 89 hezar û 622 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn ku di 48 saetên dawîn de 71 kes hatine kuştin.
Wezaretê aşkera kir ku gelek qurbanî di bin kavilan de asê mane, lê tîmên destwerdanê nikarin xwe bigihînin wan.
(şx)