Li Derayê ciwanek hat revandin û jinek hat kuştin

Çekdarên nenas erebeya ciwanekî li gundewarê Derayê hedef girtin û dûre revandin, her wiha li heman bajarî jî jinek hat qetilkirin.

Li Derayê ciwanek hat revandin û jinek hat kuştin
10 mijdar, 2024   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çekdarên nenas erebeya ciwanekî li ser rêya Misêfire-Kerek Şerqî li gundewarê Derayê hedef girtin, ciwan revand û ber bi cihekî nediyar ve birin. Ew ciwan ji taxa Recem El Zeytûne ya bajêr e.

Li aliyekî din jî, li gorî SOHRˋê li herêma Ribêd a bakurê bajarê Tefis ê Derayê mêrekî jina xwe kuşt.

(fr)