Bîlançoya qurbaniyan giran dibe, Lubnan û Îsraîl ji bo agirbestê dicivin

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin bû hezar û 953. Serokkomarê Lubnanê ragihand ku bi navbeynkariya DYA’yê dê roja Sêşemê li Washingtonê ji bo nîqaşkirina agirbest û pêvajoya dan û standinan a bi Îsraîlê re civînek bê lidarxistin.

Bîlançoya qurbaniyan giran dibe, Lubnan û Îsraîl ji bo agirbestê dicivin
11 nîsan, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên ji roja Çarşemê de 357 kes hatine kuştin û hezar û 223 kes jî birîndar bûne.

Hejmara giştî ya qurbaniyan ji 2’yê Adarê ve gihaştiye hezar û 953’yan. Hejmara birîndaran jî bû 6 hezar û 303. Dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe, ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsîralê vê sibehê bajarokê Nebetiyê û rêya Zefta yên li başûrê Lubnanê, derdora bajarokê Zetûr û derdora nexweşxaneya Tebnîn bombebaran kirin.

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn ragihand ku civîna yekem a di navbera aliyan de biryar e roja Sêşemê li Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk were. Hevdîtin dê li ser misogerkirina agirbestê û destnîşankirina bernameyekê ji bo dan û standinên Lubnan-Îsraîlê be.

Erêkirina "dan û standinên rasterast" ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve pêvajo lezand. Lê Îsraîl li dijî têkiliya bi Hizbullahê re ye û red dike ku bi vê komê re li ser agirbestê dan û standinan bike.

Tevî peymana agirbestê ya di navbera DYA û Îranê de, Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî Hizbullahê bi hinceta ku Lubnan di peymanê de cih nagire, zêde kirine.