Li Hemayê li dijî fermandarê hikumeta demkî êriş

Li gundewarên Hemayê komeke çekdaran êrişî fermandarê Tabûra 62'yan ê hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. Di encamê de fermandarê tabûrê bi giranî birîndar bû.

Li Hemayê li dijî fermandarê hikumeta demkî êriş
11 nîsan, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çekdaran ku nehat zanîn kî ne, duh êvarê gule li fermandarê Tabûra 62'yan a girêdayî hikumeta demkî Rimûd El Izo reşandin.

Hate ragihandin ku koma çekdar li motorsîklêtê bû, gule li fermandarê tabûrê reşandin û reviyan. Hate diyarkirin ku êriş li bajarokê Şerîayê yê Sehil El Xab ê Hemayê pêh hat. Di encamê de El Izo birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan rewşa wî ne baş e.

Beriya çend rojan li bajarê Ceremana yê Şamê di encama êrişekê de xebatkarekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî hatibû kuştin.

(bb)