Almanya êdî mafê penaberiyê nade sûriyeyiyan

Hikumeta Almanyayê ragihand ku gelek daxwazên penaberiyê yên sûriyeyiyan red kirine û dê hejmareke kêm mafê penaberiyê bide wan.

Almanya êdî mafê penaberiyê nade sûriyeyiyan
11 nîsan, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala DW a Almanyayê, hikumeta Alman bersiv daye lêpirsîna parlamentoya Almanyayê ya ji bo penaberên Sûriyeyê. Hikumeta Almanyayê misoger kiriye ku gelek daxwazên penaberên Sûriyeyê red kirine. 

Li gorî belgeyên Wezareta Karên Hundir a Almanyayê, ji sedî 5,3 penaberên Sûriyeyê yên Ofîsa Federal a Kar û Barên Koçber û Penaberan pêşkêş kirine, qebûl kirine. Hikumet dê mafê penaberiyê bide wan, wan biparêze û venagerîne.

Ofîsê sala 2024`an biryar dabû ku mafê penaberiyê ji sedî sed bide tevajî penaberên Sûriyeyê. Hikumeta Almanyayê muameleya xwe bi daxwaza penaberiyê guhertiye.

Destpêka meha Nîsanê 2026`an kanala DW daxuyaniyên şansoyeyê Alman Friedrich Merz aşkera kirin. Merz di daxuyaniya xwe de got di navbera 3 salan de divê ji sedî 80 penaberên sûriyeyî vegerin welatê xwe.

(np)

ANHA