Bîlançoya binpêkirinên Îlonê ya Rojhilatê Kurdistanê

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê bîlançoya meha Îlonê yên binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Bîlançoya binpêkirinên Îlonê ya Rojhilatê Kurdistanê
23 cotmeh, 2023   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Îlonê de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 9 kes hatine darvekirin, 18 kolber bûne qurbanî, 48 welatî û çalakvan jî hatine destgîrkirin, her wiha aşkera kir ku li Serdeşt û Pîranşah jî 3 jin ji aliyê xizmên wan ve hatine qetilkirin.

Daxuyanî wiha ye;

“Di meha Îlonê de 14 kober di encama gulebarana ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve birîndar bûne û du kolber jî hatine qetilkirin. Herwiha du kolber di encama teqîna mayînan de birîndar bûn.

Di meha Îlonê de li girtîgehên Xoremawa, Hemedan, Kerec, 9 girtiyên Kurd bi tometa ‘kuştina bi zanebûn’ û ‘bazirganiya madeyên hişbir’ hatin darvekirin. Li Serdeşt û Pîranşahê jî 3 jin ji aliyê xizmên wan ve hatine qetilkirin.

Di meha Îlonê de herî kêm 48 hemwelatî û çalakvan bi tometa çalakiyên siyasî û medenî li bajarên Urmiye, Sana, Îlam û Tehranê hatibûn destbiserkirin ku beşek ji wan dîl hatibûn girtin û hatin berdan.

Di meha Îlonê de 11 girtî ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve li bajarên Sina, Seqiz, Mihabad, Îlam, Ûrmiye, Meşhed û Kirmaşanê bi cezayên girtîgehê, qamçiyê û îdamê hatin mehkûmkirin.

Herwiha du girtiyên siyasî yên Kurd Nayîb Eskerî û Ebdulezîz Gul Mihemedî li girtîgeha Ûrmiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine û çalakiya wan ya birçîbûnê berdewam dike.

Girtiyê siyasî yê Kurd yê Girtîgeha Ûrmiyeyê Erselan Xudkam, ku bi sedema bêparkirina xizmetên tendirustiyê bi cezayê heta hetayî hatiye mehkûmkirin, di metirsiya ji destdana yek çavê xwe ye û rewşa tendirustiya wî nebaşe.”