Ji bo weşan û perwerdeya Kurmancî berhemek girîng: Rêzimana Kurmancî

SZK`ê bi armanca pêşxistina nivîsandin, xwendin, perwerdekirin û weşangeriya bi zaravayê Kurmancî, pirtûka Rêzimana Kurmancî amade kir. 

Ji bo weşan û perwerdeya Kurmancî berhemek girîng: Rêzimana Kurmancî
24 cotmeh, 2023   06:42
QAMIŞLO
 SÎMA BIROKÊ

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên perwerde, nivîsandin û weşangeriya bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî bi pêvajoya şoreşê re berfireh û kûrtir bûn. Di rewşa niha de yek ji 3 zimanên fermî yên Rêveberiya Xweser zaravayê Kurmancî ye. Her wiha di pergala perwerdeyê de jî zimanek sereke ye. Dîsa bi şoreşê re ragihandin û weşangeriya bi Kurmancî jî zêdetir pêş ket. Li gel vê pêşketinê nîqaş û gotubêjên ji bo ku zimanekî yekpare yê nivîs û weşanê derkeve holê jî demeke dirêj e xebatên zanistî tên meşandin.  

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku pêşengiya van xebatan dike, ji sala 2020’an ve li ser giramerê kar da meşandin. Di encama lêkolînên 3 salan de berhemek giranbûha derxist holê.

Bermeha ji aliyê endamên SZK’ê Ferhad Musa û Viyan Hesen ve bi navê Rêzimana Kurmancî  hatiye amadekirin, di 2023’yan de li Qamişlo wekî pirtûk hatiye çapkirin û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî hatiye erêkirin.

Pirtûka ku yekemîn berhema SZK’ê ye ji beşên, “dengnasî, morfolojî (peyvsazî), ristesazî (hevoksazî), watenasî, rastnivîsîn û xalbendî” pêk tê.

Pirtûka ku wê sibe danasîna wê bê kirin, di encama nêrînên kesayet û saziyên ziman ên li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat de hatiye amadekirin û ji bo tevahiya saziyên rêveberiya xweser, pergala perwerde û weşangeriyê weke çavkaniyek referansê tê dîtin.

WÊ DI PERGALA PERWERDEYÊ ESAS BÊ GIRTIN

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û yek ji amadekarên pirtûkê Viyan Hesen derbarê pirtûkê de ji ajansa me re axivî.

Li gorî agahiyên ku Viyan Hesen dane, pirtûk wê ji sala nû ya perwerde û hîndekariyê (2024-2025) de di pergala perwerdeyê de esas bê girtin. Di vê çarçoveyê de wê hemû mamosteyên zaravayê Kurmancî têkildarî berhemê werin agahdakirin, perwerdeyên têgihîştinê werin dayîn. Her wiha dê ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser û weşanê re jî were pêşkêşkirin. 

Viyanê da zanîn ku armanca amadekirina vê berhemê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê standartekê ji bo Kurmancî  ava bikin. Viyan got: “Demeke dirêj e li Rojava li hemû qadên jiyanê zimanê Kurdî tê bikaranîn, lewma pêdivî bi rêzimaneke yekgirtî heye” û wiha dom kir:  “Ev pirtûk jî bi heman armancê hatiye amadekirin. Berhem ji aliyê SZK’ê, kesayet û dezgehên ziman ên li Kurdistanê û derveyî welat ve hatiye nirxandin; li gorî nirxandinên hevpar şeklê dawî hatiye dayîn.

JI NIRXANDIN Û PÊŞNIYARAN RE VEKIRÎ YE

Viyan Hesen anî ziman ku ew ê li ser berhemê dîsa nêrîn û pêşniyaran bigirin; eger xalên girîng û cuda derkevin holê jî, wê pirtûk li gorî vê dîsa were sererastkirin û çapkirin.

Hevseroka SZK`ê Viyan Hesen da zanîn ku di warê ziman de ew amadekariyên derxistina berhemên nû dikin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji 2007`an ve li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Sala 2019`an di bin sîwaneya wê de Navenda Lêkolînên Zimanê Kurdî hat vekirin. Rêzimana Kurmancî jî, berhemek vê navendê ye.

(a) 

ANHA