Bi tonan bermahiyên jehrî diherikin çemê Firatê

Bi tonan bermahiyên jehrî yên kana zêr ku li bajarê Erzincan ê Bakurê Kurdistanê hezaz lê çêbû, diherikin çemê Firatê. Agahî hene ku 9 karker di bin hezazê de mane.

Bi tonan bermahiyên jehrî diherikin çemê Firatê
14 sibat, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên xwecih, duh li kana zêr a li navçeya Îlîç a bajarê Erzincanê yê Bakurê Kurdistanê hezaz çêbû û herî kêm 9 karker di bin de man. 

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê, bi tonan bermahiyên jehrî yên kanê ber bi çemê Firatê ve diherikin.

Li Tirkiyeyê gelek bûyerên mîna vê di kanan de pêk hatine ku Cotmeha 2022`yan li kaneke komirê ya welêt teqiyabû û di encamê de 42 karkeran jiyana xwe ji dest dabû.

(şx)