‘Bi hevgirtinê wê mafên jinan di destûrê de bên mîsogerkirin’

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Erîf Kasabiyan diyar kir ku ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de pêwîstiya jinên Sûriyeyê bi hevgirtinê heye û ev yek jî bi têkoşîna jinan dê were bidestxistin.

‘Bi hevgirtinê wê mafên jinan di destûrê de bên mîsogerkirin’
3 gulan, 2026   03:40
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Erîf Kasabiyan, têkildarî mîsogerkirina mafên jinan û girîngiya beşdarbûna wan di avakirina Sûriyeya nû de ji ajansa me re axivî.

Erîf Kasabiyan diyar kir ku divê jin mafên xwe û gelê xwe biparêzin û wiha got: "Jinan ji bo parastina mafên xwe û yên gelê xwe têkoşîn dikin. Jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr û tevahî pêkhate û mezheb dikarin mafên xwe biparêzin. Ji ber ku dewleta mafên jinan naparêze. Demokratîka di hundirê dewletê de heyî, tenê şeklî ye. Divê jin bi fikir û ramana xwe ya azad tev biger e û mafên xwe misoger bike."

Erîf Kasabiyan destnîşan kir ku jin dikarin di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê roleke sereke bilîze û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî jinên cîhanê bûn mînak. Divê em tevahî jin bi hev re bi dengekî daxwaza mafên xwe bikin. Zihniyeta zilamperstî nayê qebûlkirin. Em ê tê bikoşin da ku em mafên xwe bi dest bixin û rola xwe jî bilîzin."

Erîfê diyar kir ku jin ji bo pêşxistina pêşeroj û şarestaniya Sûriyeyê dê xebatek xurt bidin meşandin û bi bîr xist ku Sûriye xwedî şarestaniyeke kevnar e û jinan di gelek qadan de pêşengtî kiriye, di şeran de jî fermandar bûn, îro jî ew yek li ser rûyê erdê pêkan e.

Erîfê behsa hin jinên têkoşer jî kir û got: "Camîla Bûhirêd, Sena Miheydelî, Meryem Katacan û Sakîna Cansiz, ji dayikan fêrî pêşengiyê bûn. Jinên niha jî divê ji wan jinan fêrî pêşengiyê bibin û li ser xeta wan bimeşin da ku şoreşa me bi ser bikeve."

Erîfê bang li hemû jinan kir ku bê deng nemînin, ji bo mîsogerkirina mafên xwe di destûrê de bixebitin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema destûr tê nivisandin, dibe ku ev destûr 15 salan jî derbas bike. Dema jin bê deng û bê tevger bin hingî wê mafên wan ji dest biçin. Divê hemû jin dest bidin hev du û rola xwe di Sûriyeya nû de û bilîzin. "

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Erîf Kasabiyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedeke mezin da, da ku bikarin destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi vê kedê gihaştin roja îro. Jinan di qadên siyasî, aborî, leşkerî, dîplomasî û civakê de cih girtine û dixebitin. Divê em  niha pêşroja xwe meyze bikin, da ku em destkeftiyên şoreşa xwe bi xurtî  biparêzin. Em ji tevahî jinên Sûriyeyê re bûn mînak lê bi hevgirtinê em dikarin ji cîhanê re bibin mînak û mafên xwe di destûrê de mîsoger bikin destûrê de misoger bikin."

(bb)

ANHA