Ebdulhelîm Silêman: Pêkanîna ewlehiyê mercê sereke yê vegera koçberên Serêkaniyê ye

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman diyar ku vegera koçberên Serêkaniyê bi ewlehî, dabînkirina pêdiviyên bingehîn û beşdarbûna şêniyan di rêvebirina bajarê xwe de ve girêdayî ye.

Ebdulhelîm Silêman: Pêkanîna ewlehiyê mercê sereke yê vegera koçberên Serêkaniyê ye
3 gulan, 2026   04:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Mijara vegera koçberan bo Serêkaniyê û gundewarên derdora wê hîn jî mijareke girîng e. Her çend gavên îdarî û siyasî ji bo vegerê têne avêtin jî, lê hîn astengiyên mezin hene, bi taybetî hebûna niştecihan di malên koçberan de û wêrankirina binesaziyê. 

Der barê mijarê de rojnamevan Ebdulhelîm Silêman ku bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye, got: "Der barê vegera koçberên Serêkaniyê de gavên erênî hatine avêtin, bi taybetî ku hikumeta demkî, kontrola bajêr girtiye ser xwe, piştî ku bi salan di bin kontrola çeteyên Tirkiyê de bû, her çend ev kontrol hîn bi tevahî nehatiye pêkanîn jî.”

Silêman ev lê zêde kir: “Hin alî û kes hene naxwazin  pêvajoya entegrasyonê pêk were û hatina ikumeta demkî qebûl nakin, ji ber ku zirar li wan dibe, bi taybet niştecihên ku malên kesên koçber dagir kirine û erdên wan desteser kirine. hikumeta demkî jî di vî warî de astengiyan dikişîne. Ji bo vegera xelkê, hewce dike ku rewşa zêdetirî 400 malbatan çareser bikin û zêdetirî 400 malbatên niştecih ji herêmê derkevin, her wiha divê jîngeheke ewle were peydakirin."”

Silêman diyar kir ku vegera kesên koçber bi pêkanîna ewlehî û aramiyê ve girêdayî ye, û hebûna hêzên ewlehiyê yên navxweyî li herêmê ji bo parastina şêniyan û misogerkirina ku hêzên li dijî wan nayên bikar anîn.

Silêman got: “Nebûna pêdiviyên bingehîn û wêrankirina mal û gundan dibe sedema ku kesên ku vedigerin dîsa ji herêmê derkevin, û heta roja îro, tu kesê ku ji cih û warê xwe derketiye bi awayekî mayînde venegeriyaye herêma xwe.”

Silêman destnîşan kir ku li gundan gelek wêranî çêbûye, mal hatine talankirin û debara jiyanê winda bûye, lewma ji bo vegera rastîn a koçberan bernameyên piştgiriyê hewce dike da ku ew bikarin vegerin.

Li ser hewldanên siyasî, Silêman destnîşan kir ku pêvajoya vegerê bi têgihaştin û entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ve girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku her çend di vê pêvajoyê de gavên cidî têne avêtin jî, lê tirs û fikar jî hene.

(k)

ANHA