Bi dronan êrişî 2 cihên li Hewlêrê hat kirin

Rejîma Îranê bi dronan êrişî sînorê navçeya Koye ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ya Başûr ve kir, di heman demê de dronek xwekuj baregeha Sazmanî Xebat a navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê Hewlêrê bombebaran kir.

Bi dronan êrişî 2 cihên li Hewlêrê hat kirin
5 adar, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorÎ Rojnews’ê re rejîma Îranê bi dronan êrişî fêrgeha berê ya dibistana Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê kiriye, lê dibistan demek dirêje vala ye.

Di heman demê de droneke xwekuj êriş bire ser baregeha Sazmanî Xebat a navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê Hewlêrê. Li gorî agahiyên destpêkê kesek birîndar bûye.

Sazmanî Xebat yek ji Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye di nava Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistan Îranê de cih digire.