Bi destê leşkerên Tirk zêdetirî 800 donim şewitîn

Dewleta Tirk a dagirker li kantona Cizîrê zêdetirî 800 donim zeviyên çandiniyê şewitandin.

Bi destê leşkerên Tirk zêdetirî 800 donim şewitîn
3 hezîran, 2024   11:24
QAMIŞLO

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor duh êvarê li gundê Xirab Kort ê bakur rojavayê Qamişloyê agir bi zeviyên  genim û reşreşkê xistin.

Tîmên agirkujiyê jî bi lez xwe gihandin cihê şewatê û ruxmî ku tîmên agirkujiyê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve dihatin hedefgirtin, lê şewat kontrol kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistin, di encama şewata duh de zêdetirî 800 donim genim û reşreşik şewitîne.

Her wiha hate zanîn ku leşkerên dewleta Tirk vê sibê careke din agir bi zeviyan xistiye û di encamê de 15 donim reşreşikê yên cotkarekî gundê Doda yê rojhilatê Amûdê şewitiye.

(şx)

ANHA