Bi daxuyaniyekê bal kişandin ser sûcên li dijî jinên li herêmên dagirkirî

Rêxistina bi navê Wafîdû Şehba û Efrîn ya Minbicê û gundewarên wê bang li saziyên jinan û mafên mirovan kir ku sînorekî li sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî re deynin.

Bi daxuyaniyekê bal kişandin ser sûcên li dijî jinên li herêmên dagirkirî
26 mijdar, 2023   14:05
MINBIC

Nivîsgeha Rêxitina bi navê Wafîdû Şehba û Efrîn (kesên ji Efrîn û Şehbayê li Mibicê bi cih dibin) a Minbicê û gundewarê wê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya nivîsgehê Fatima Mihemed ve li pêşiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li bajêr hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser binpêkirinên dijî jinên Sûriyeyê hat kişandin û rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hat kişandin û hat gotin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ji bo bidestxistina azadiya xwe û vegerandina mafên xwe, gavên girîng avêtin û bû nimûneya hêza jinan a têkoşîna di hemû qadên jiyanê de. Her wiha DAIŞ û terora wê têk bir.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rewşa jinên herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de hat kirin û hat gotin: “Li wan herêman jin ji mafên perwerde û kar hatine mehrûmkirin, bi hemû cureyên taciz û tundiyê re rû bi rû dimînin, tên revandin û tecawizkirin û sûcdar bê ceza tên hiştin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan û mafên mirovan hat kirin ku sînorekî ji sûcên li dijî jinên Sûriyeyê yên li herêmên dagirkirî re bê danîn û wiha bi dawî bû: “Ev sûc dikevin asta sûcên birêxistinkirî, sûcên şer û kirinên nîjadperestiyê.”

(c)

ANHA