Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

Kongra Star a Çilaxa ya Qamişloyê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi dirûşma ′Em bi hev re zarokatiyê û zarokan biparêzin′ şahiyek li dar xist.

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin
17 mijdar 2023   16:11
QAMIŞLO

Bi boneya nêzbûna Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20′ê Mijdarê, Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê destpêkirina rêzeçalakiyên bi dirûşma ′Bi hev re zarokatiyê biparêzin′ ragihand. Ew çalakî ji 16′ê Mijdarê heta 20′ê Mijdarê tên lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê de Kongra Star ji zarokên Çilaxa ya Qamişloyê re bi sponseriya Rêxistina Stêrk li Parka Şehîdan a navçeyê bi beşdariya bi dehan zarok û endamên Kongra Star şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama rêvebera Rêxistina Stêrk Sebah Fadil axivî û wiha got: "Armanca me ji lidarxistina van çalakî û şahiyan kêfxweşiyê bixin dilên zarokan, bi taybet digel rewşa li herêmê û êrişên bênavber."

Endama Kongra Star a Çilaxa Rojîn Hesesn Roja Zarokan a Cîhanê li tevahî zarokên cîhanê, zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zarokên şehîdan pîroz kir û got: "Dema em bişirîn û kêfxweşiyekê dixin dilên zarokan pir kêfxweş dibin."

(fr)

ANHA