Berxwedana  Colemêrgê didome:  Heta ku demokrasî tê em ê nesekinin

Li Colemêrgê berxwedana li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar serdana esnafan kir û got, “Îradeya gel kî hilbijartibe hevşaredar ew in. Heta ku demokrasî û azadî tê em ê nesekinin."

Berxwedana  Colemêrgê didome:  Heta ku demokrasî tê em ê nesekinin
7 hezîran 2024   18:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenter çûn serdana esnafên bajar. Hevseroka giştî û şandeya pê re çûn serdana esnafên li ser Cadeya Kayacanlarê û rastî eleqeyeke zêde ya esnafan hatin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdanê de axivî û wiha got: “Xelkê Colemêrgê bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijart. Lê belê hevşaredarê me binçav kirin û girtin. Temamiya van cezayên li me tên birîn, wesîqeya tundiyê ya îktîdara AKP’ê ye. Em ê tevî hevşaredarên xwe xizmeta gelê xwe bikin. Heke em bibin yek dê bikarin qeyûm bişînin. Îradeya gel kî hilbijartibe hevşaredar ew in. Heta ku demokrasî û azadî tê em ê nesekinin. Yên me nas nakin em wan qet nas nakin. Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.

Esnafan jî nerazîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman. Hevserok û parlamenter piştre jî çûn taxan û malbat ziyaret kirin