Bombe li qada xwepêşandanê hatin bicihkirin
Hate ragihandin ku 2 bombe li qad Kerama ya li Siwêdayê ku xwepêşandan lê tên lidarxistin hatin danîn. Hikumeta Şamê hat tawanbarkirin.
Komîteya birêxistinkirina xwepêşandanên aştiyane yên li Siwêdayê ragihand ku 2 bombe li qada Kerama ya ku xwepêşandan lê têne lidarxistin, hatin danîn.
Malpera Siwêda 24 diyar kir ku her du bombe li ser dika qadê (cihê ku rojnamevan û kamerevan lê disekinin) hatin danîn.
Komîteyê navborî da zanîn ku ciwanên ji bo parastina qadê hatine erdkarkirin, vê sibehê saet derdora 09.00’an beriya ku xwepêşandan biherikin qadê, bombe dîtin.
Li gorî komîteyê, ciwanan bombe rakirin û ji bo bêbandorkirinê birin navenda endazariyê. Xwepêşandêran hikumeta Şamê tawanbar kir û got" Peyama we bi rêya bombeyên we gîha me. Em ê xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam bikin. Wekî ku berê bermîlên we yên teqemeniyê me netirsandin, bombeyên we jî me natirsînin."
(bb)