Berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran hate kuştin

Di encama êrişên hewayî yên ser Îranê de, berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran hate kuştin.

Berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran hate kuştin
6 nîsan, 2026   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Tasnîm ya girêdayî Supayê Pasdaran, derbarê kuştina berpirsekî payebilind ê Îranî de, agahî parve kir.

Li gorî nûçeyê danê siharê berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran, Mecîd Xadimî hatiye kuştin.

Çavkaniyê ragihand ku Mecîd Xadimî di encama êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê de miriye.

Nehat zanîn Mecîd Xadimî li kîjan herêma Îranê bûye hedefa êrişan. Lê Supayê Pasdaran da zanîn ku Mecîd Xadimî nêzî 50 salan diwarê îstixbarat û ewlekariyê de, ji bo Îranê xizmetkiriye.

Hêjayî gotinê ye şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê di 28’ê Sibata îsal de dest pê kiriye û di roja xwe ya 38’an de dewam dike.

Ji roja despêkê heya niha bi dehan rayedar û fermandarên Îranî hatine kuştin.