Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in

Saziyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê destkeftiyên herêmê biparêzin.

Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
Bertekên şêniyên herêmê li hember êrişan berdewam in
30 kanûn, 2023   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bertekên gelê herêmê û saziyên wê berdewam in. Li navçeya Tirbespiyê mamosteyan daxuyaniyek li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan da. 

Daxuyanî bi kurdî, erebî û suryankî, ji hêla berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê Fener Şakir Mehmûd û Fehîma Gewriyê û Usame Ziyab ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin êrişên dawîn ên dewleta Tirk jêderên bingehîn ên jiyanê kirine armanc û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên me de, gelek dibistan jî kirine hedef. Ji ber van êrişan gelek xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê dûr ketin. Ev yek jî bandorê li ser psîkolojiya zarok û xwendekaran dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek mamoste û Rêveberiya Dibistanan bang li zanyar, rewşenbîr, dezgehên mafên zarokan û mirovan dikin ku li hember van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bê deng nemînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek mamoste û gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din em soza xwe bi şehîdan re nû dikin.”

Şandeyeke Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa serdana bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û piştgiriya xwe ya domdar bi wan re rave kir.

Beriya serdanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên li pêşiya navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Çilaxayê axivî û rola hêzê di parastina ewlehiya herêmê de li gel êrişan silav kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsa Ebdulezîzî ev helwesta meclisê silav kir û got: "Parastina herêmê erka me ye û her çiqas êriş dijwartir bibin em amade ne. Heta dawiyê em ê şopdarên rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan bin.

Her wiha Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem a li Şehbayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku endamê yekitiyê Silêman Cafer xwendiye de yekitiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li gelê Êzidî kir ku piştgiriya Rojava bikin.

Meclisa Giştî ya Bajarokê Hezîme yê kantona Reqayê têkildarî mijarî daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclisê da. Rûspiyê êla El Tay a Reqayê Elî Mihêmîd El Taî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rûspiyan piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî û QSD`ê re ragihand û dê Hevpeymana Civakî ya nû li herêmê pêk bînin  heta ku armancên neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêk tînin.

Li kantona Tebqayê jî, bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û nivîsgehên girêdayî wê û komîn li pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Tebqayê kom bûn. Di kombûnê de hevseroka meclisê Mîdya El Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hatin şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

(şx)

ANHA