Artêşa Îsraîlê kete Nexweşxaneya Şîfayê

Artêşa Îsraîlê vê sibê ragihand ku yekîneyên wê operasyoneke leşkerî di Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê de li dar xistiye. Hemasê jî tawanên DYA`yê red kirin ku ew nexweşxaneyên Xezayê ji bo armancên leşkerî bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê kete Nexweşxaneya Şîfayê
15 mijdar, 2023   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand: “Li gorî agahiyên îstîxbaratî yekîneyên me operasyonek li dijî Hemasê li devereke diyar a Nexweşxaneya Şîfa li dar xistiye.”

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku di nav yekîneyan de, tîmên tenduristiyê û kesên bi zimanê erebî diaxivin jî hene.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qudra jî ragihand ku artêşa Îsraîlê bi rêya telefonê bi wekîlê wezaretê re axiviye û agahdar kiriye ku dê hêzên wê bikevin Nexweşxaneya Şîfayê.

El Qudra wiha got: “Dagirkerî, bi wekîlê Wezareta Tenduristiyê re axivî û jê re got dê di çend deqeyên bê de bikevin navenda tibî ya Şîfayê. Jê xwest ku her kesî agahdar bike ku ji pencereyan dûr bin.”

Di Nexwşexaneya Şîfa de bi hezaran nexweş, tîmên tenduristiyê û sivîl hene.

DYA`yê duh Hemas tawan bar kiribû ku nexweşxaneyên Xezayê ji bo operasyonên leşkerî bi kar tîne.

Lê Hemasê tawanên wê red kirin û destnîşan kir ku ew “derew in” û got: “Ev helwesta Amerîkayê nîşan dide ku rê dide Îsraîlê ji bo ku komkujiyên hovane yên dîtir li dijî nexweşxaneyan pêk bîne.”

(şx)