Artêşa Urdunê: 5 qaçaxçî li ser sînor hatin kuştin

Artêşa Urdunê diyar kir ku 5 qaçaxçî yên ku ji Sûriyeyê di sînor re derbas bûne û bi wan re çek û hişbir hene di encama pevçûnan de hatin kuştin.

Artêşa Urdunê: 5 qaçaxçî li ser sînor hatin kuştin
6 ÇILE, 2024   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî ku berpirsê farmandariya giştî ya hêzên çekdar ên Urdunê ye, di navbera nobetdarên sînorê Urdunê û komên çekdar ên qaçaxçiyan de di saetên barbangê de li sînorê bakurê Urdunê yê bi ser Sûriyeyê ve pevçûn rû dan, di encamê de 5 kes hatin kuştin û 15 birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê ku xwe spartiya çavkniyê leşkerî dema wan qaçaxçiyan hewl da tevî hişbirê derbasî sînorê Urdunê bin pevçûn çêbûn, her wiha li gel wan 627 hezar hebên kaptagonê, 3 hezar û 439 xurma (hevîr)heşîş, klaşînkovek hatin girtin.

(fr)