Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bajarokekî li bakurê Ukraynayê bi dest xistiye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Myropol li bakurê Ukraynayê kontrol kirine.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bajarokekî li bakurê Ukraynayê bi dest xistiye
2 gulan, 2026   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di rapora xwe ya rojane de diyar kir ku yekîneyên koma hêzên "Bakur" bajarê Myropol li bakurê Ukraynayê kontrol kirine.

Raporta rojane windahiyên giştî yên artêşa Ukraynayê di 24 saetên dawî de, ku gihaştiye nêzîkî hezar û 195 leşkeran, dihewîne, bêyî ku behsa windahiyên Rûsyayê were kirin.

Raportê her wiha destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê zêdetirî 152 dever armanc girtine, di nav wan de balafirgehên leşkerî, tesîsên binesaziya benderan û yek ji kargehên pîşesaziya leşkerî ya Ukraynayê.

 (ac)