Hûsiyan keştiyek bombebaran kir: 2 kes mirin

Hûsiyan bi dronekê keştiyeke barhilgir a Lîberyayê li Deryaya Sor bombebaran kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Hûsiyan keştiyek bombebaran kir: 2 kes mirin
8 tîrmeh, 2025   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Lîberyayê di civîna îro ya Rêxistina Deryavanî ya Navneteweyî de ragihand ku 2 endamên ekîba keştiya barhilgir a ’Eternity Sea’ bi ala Lîberyayê ya ku ji hêla şîrketeke Yewnanistanê ve tê xebitandin, di êrişeke bi dronê de li peravên Yemenê hatine kuştin.

Ji Hezîrana par ve ev êrişa ku dibe sedema kuştinan a yekemîn e. Bi vê yekê hejmara kuştiyên êrişên li dijî Deryaya Sor dibe 6.

Duh, Hûsiyan berpirsiyariya êrişa yekem a îsal a li ser keştiyên bazirganî ragihand û diyar kir ku wê keştiya Magic Seas kire hedef.

Şîrketa ewlehiyê ya bi navê Ambrey jî ragihand ku êrişek li ser keştiyeke Lîberyayê hat kirin û diyar kir ku dibe ku keştî wekî her carê yek ji hedefên Hûsiyan be.

Îsraîlê wek bersivek li hemberî êrişên domdar bendera Hudeydayê û cihên din ên Hûsiyan kiribûn armanc.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê (Cotmeh 2023) ve, êrişên Îsraîl û Hûsiyan ên li hemberî hev dewam dikin.

(bb)