Artêşa Îsraîlê li 10 baregehên Hizbullahê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li 7 herêmên başûrê Lubnanê li 10 baregehên Hizbullahê xistiye.

Artêşa Îsraîlê li 10 baregehên Hizbullahê xist
30 tîrmeh, 2024   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bûyera li Mecdel El Şems a Colanê, şerê artêşa Îsraîl û Hizbullahê li başûrê Lubnanê gurtir bû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê dik û depoyên çekan û binesaziya Hizbullahê kirine hedef.

Beriya êrişê artêşa Îsraîlê ragihandibû ku dê li 7 deverên başûrê Lubnanê 10 baregehên Hizbullahê bike hedef.

Li gorî Ajana National News a Lubnanê (NNA), fermandarê artêşa Lubnanê Jozef Ewan got: "Hewldanên rawestandina êrişên Îsraîlê hîna dewam dikin heta agirbesteke daîmî pêk were."

Ewn diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên li başûr di çarçoveya biryara 1701’an de hemahengiya bi hêzên demkî yên Neteweyên Yekbûyî re didomînin.

(bb)