Almanya têkiliyan bi Şamê re asayî nake

Almanyayê careke din ragihand ku ew têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re asayî nake.

Almanya têkiliyan bi Şamê re asayî nake
30 tîrmeh, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Almanyayê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê gotiye “Diyar e ku rejîma Sûriyeyê rojane sûcên herî xeternak ên mafên mirovan li hember gelê xwe didomîne. Madem rewş wisa ye em gavan ber bi normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re naavêjin."

Rojnameya Financial Times a brîtanî jî 22’yê Tîrmehê diyar kiribû ku beriya civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE), 8 welatên ewropî xwest têkilî û peywendiyên li gel hikumeta Şamê ji nû ve werin nirxandin.

Rojnameyê destnîşan kiribû ku wezîrên karên derve yên 8 welatên YE’yê ji bo nirxandina bandora sîstema cezayan a ku Yekitiya Ewropayê li Sûriyeyê biriye, pêşnûmeyek pêşkêşî nûnerê bilind ê kar û barên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell kiribû.

Li gorî rojnameyê, pêşnûme piştî zêdebûna pêla penaberiyê ji Sûriyeyê ber bi welatên Ewropayê ve, hatiye pêşkêşkirin. Di pêşnûmeyê de hatiye gotin ku pergala cezayan bandorên neyinî li welatiyan dike.

(bb)