Artêşa Îsraîlê 37 bajarok wêran kirin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê zêdetirî 37 bajarok û 40 hezar xaniyên niştecihbûnê wêran kirin.

Artêşa Îsraîlê 37 bajarok wêran kirin
5 mijdar, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li devera Naqûra ya başûrê Lubnanê zêdetirî 37 bajarok û zêdetirî 40 hezar xaniyên niştecihbûnê bi temamî wêran kirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê hejmara kuştiyên êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî 3 hezar derbas kir û nêzî 13 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

(bb)