KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin

KCDP’ê di rapora meha Cotmehê de ragihand ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jinan jî bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest daye.

KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin
5 mijdar, 2024   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di rapora meha Cotmehê de ragihand ku li Tirkiyeyê 48 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. 

Di raporê de hate ragihandin ku 10 jin bi hinceta ku xwestine dest ji hevserê xwe berdin, lihevkirin, zewac û têkîlî red kirine, 3 ji ber sedemên ekonomîk, 3 xwekujî û yek jî ji ber heqaretê hatine qetilkirin. Nehat tespîtkirin ku 31 jin jî bi kîjan hincetê hatine qetilkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku heta neyê tespîtkirin ka jin ji aliyê kî ve hatine qetilkirin, darizandina adil neyê kirin, kujer ceza wernegirin û tedbîrên pêwîst neyên girtin dê asta tundiyê biguhere û dewam bike. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo astengkirina cînayetên li hemberî jinan, dê têkoşîn bidome.