Artêşa dagirker li bejahiya Amedê êriş da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Lice ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê êriş da destpêkirin.

Artêşa dagirker li bejahiya Amedê êriş da destpêkirin
24 cotmeh, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku duh di saetên şeve de li çolterên gundên Cofitnê, Bêşişt û Dareqolê yên bi ser navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, êriş hatiye destpêkirin. 

Li gorî agahiyan, piştî destpêkirina êrişê li herêmê dengên çekan hatiye bihîstin û herêm bi helîkopteran hatiye bombebarankirin.

Tê destnîşankirin ku êriş û bombebarana li herêmê hê jî berdewam e.

(c)