Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, serlêdanên nû kirin.

Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serlêdan kir
24 cotmeh, 2023   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê wergirtin, serlêdanên nû kirin.

Parêzer ji bo hevdîtinê bi muvekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo dîtina Abdullah Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê bersiveke erênî yan nerênî nagirin.

Rêber Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de, tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kiriye. Hedîtina bi parêzeran re herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin, ji wê demê hetanî niha zêdeyî 4 sal derbas bûn.