Di medyaya erebî de dadgeriya li Sûriyeyê, krîza Lubnanê û şerê DYA-Îranê

Medyaya erebî li ser rêbaza dadgeriyê ya li Sûriyeyê, bi taybetî “dadgeriya veguhêz” nivîsî. Lubnan ketiye xaçerêyeke di navbera avakirina dewletê yan jî berdewama şer û windabûnê.

Di medyaya erebî de dadgeriya li Sûriyeyê, krîza Lubnanê û şerê DYA-Îranê
27 nîsan, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro, li ser mijara rêbaza dadgeriyê li Sûriyeyê, li gel krîza Lubnanê, tevgerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên deryayî û tevliheviya dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de nivîsî.

‘SÛRIYE DI BIN KEVANA ‘DADGERIYA VEGUHÊZ’ DE’

Der barê rewşa Sûriyeyê de medyaya Sûriyeyê nivîsî ku girtina sûcdarê "Komkujiya Tadamûnê" mijara "dadgeriya veguhêz" ji nû ve vejandiye. Di vê pêvajoyê de giranî li ser sûcên rejîma berê ye, lê binpêkirinên komên opozîsyonê paşguh dikin. Girtina Amjad Yûsiv, çend sal piştî aşkerakirina sûcê wî di raporekê de ku ji hêla The Cardinals ve hatiye weşandin, rihetiyeke giştî derxist holê, lê di heman demê de pirsên li ser veşartina berpirsyariya hin kesayetên din derxist holê.

Her çend desthilata veguhêz hewl dide gavên xwe yên darizandina kesên têkildar de nîşan bide jî, rexneyên li ser bêcezatiyê zêde bûne, bi taybet ku navê çend kesayetên rêveber di nav komên çekdar de derket ku ji darizandinê hatine dûrxistin.

Çavdêr dibêjin ev nêzîkatî dikare baweriya bi "edaleta veguhêz" lawaz bike û birînên qurbaniyan nepêçayî bihêle.

‘LUBNAN: DI NAVBERA ŞERÊ DEMDIRÊJ Û DERFETA DEWLETEKÊ DE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya Nîdaa El Watan nivîsî ku welat li ser xaçerêyeke girîng e di navbera vebijêrka avakirina dewletekê yan berdewamiya şerê vekirî de.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn di dualîtiya biryardana siyasî û leşkerî de ye ku dewlet ji ber bandora Hizbullahê nikare desthilatdariyê pêk bîne, bi vî rengî her pêvajoyeke dan û standinê bê wate dike.

Rojnameyê nivîsî ku çareserkirina krîzê hewce dike ku dewlet kontrola tevahî ji nû ve bi dest bixe, hêzê bixe destê xwe û tev li pêvajoyeke dan û standinê bibe ku şer bi dawî bike û ji nû ve ava bike.

‘GULE, SEROK Û ŞERÊ WÊNEYAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku zimanê tund ê Trump ê li hember Tehranê û bibîrxistina wî ya bûyerên dîrokî yên wekî kuştina Qasim Suleymanî, nîşan dide ku ew hewl dide wêneya xwe ya bihêz û biryardariyê nîşan bide. Lê li hember wê Îran zextê napejirîne.

Rojnameyê nivîsî ku "şerê wêneyan" di vê pevçûnê de bûye faktoreke diyarker, ji ber ku her aliyek hewl dide vegotina xwe hem li hundir û hem jî li navneteweyî xurt bike, di heman demê de îhtîmalên zêdekirin an jî kêmkirina aloziyê bi hesabên tevlihev ve girêdayî ne qada şer derbas dikin û siyaset û sembolîzmê digire nava xwe.