Şandeya NY`ê bi şêx Hikmet El Hicrî re civiya

Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li Siwêdayê bi şêx Hikmet El Hicrî re civiya û rewşa xwendekarên li parêzgehê û ezmûnên wan û hin mijarên xizmetguzarî û mirovî gotûbêj kirin.

Şandeya NY`ê bi şêx Hikmet El Hicrî re civiya
1 hezîran, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke NY`yê îro bi şêx Hikmet El Hicrî re civiya û çend mijarên têkildarî rewşa Siwêdayê, bi taybet rewşa xwendekaran û ezmûnên wan, gotûbêj kirin.

Di civînê de rewşa xwendekaran li Siwêdayê û pirsgirêkên têkildarî pêvajoya ezmûnan, her wiha rêbazên piştgiriya pêvajoya perwerdeyê hatin gotûbêjkirin.

Hikumeta demkî ferz kiribû ku xwendekarên Siwêdayê biçin navendên ezmûnan ên li Şamê. Ev biryar ji aliyê şêniyan ve nehat pejirandin. Şêniyan û xwendekaran daxwaz kir ku ezmûn li Siwêdayê werin lidarxistin û hikumet biryara xwe betal bike.

(k)