Îranê careke din bi dronan êrişî hêzên rojhilat kir

Di saetên şevê de bi dronan êrişî Kampa Dola Alane ya ser bi navçeya Xelîfan ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê lê ne, hate kirin.

Îranê careke din bi dronan êrişî hêzên rojhilat kir
25 cotmeh, 2026   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê di saetên şevê de bi dronan êrişî Kampa Alane ya ser bi navçeya Xelîfane hate kirin.

Heta niha têkildarî encamên êrişê ti agahî nehatine girtin û ti aliyekê jî daxuyaniyek fermî nedaye têkildarî êrişê.

Piştî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê êrişên li ser kampên aliyên partiyên Rojhilatê Kurdistan û muxalîfên Îranê zêdetir bûne.