‘Daxwaza me azadiya Rêber Apo ye`

Jinên ji bajarê Kobanê destnîşan kir ku tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û got "Daxwaza me jinan azadiya Rêber Apo ye, bi azadiya wî re dê pirsgirêk werin çareserkirin.”

‘Daxwaza me azadiya Rêber Apo ye`
4 gulan, 2026   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî tecrîd û daxwaza azadiya fîzîkî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, nêrînên xwe ji ajasa me re anîn ziman.

Bedîa Miho anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêkan e û wiha got: "Zêdetirî salekê di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû. Rêber Apo bangek pêşkêşî tevahî civakê kir û wê jî ew bang hembêz kir."

Bedîayê di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk heta niha hîna tecrîdê li ser Rêber Apo dimeşîne û naxwaze Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Dema ku Rêber Apo azad bibe, wê demê dê hemû pirsgirêk çareser bibin û gel êdî di nava aramiyê de bijî.”

Bedîayê got daxwaza wan wek jinên Kobanê ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

`ÊDÎ BES E, EM AZADIYA RÊBERTÎ DIXWAZIN`

Hedlê Hesen destnîşan kir ku di 27`ê Sibata 2025`an de Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û wiha got: "Êdî bes e, bila dewleta Tirk Rêber Apo bi fîzîkî azad bike. Ji ber ku êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Pêwîstiya vê pêvajoyê bi azadiya Rêbertî heye."

Hedlê da zanîn ku jinan bi saya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe nas kir û gihaştin mafên xwe û wiha got: "Em wek jin divê em berxwedana xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurttir bikin, ji bo ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin û wî di nava xwe de bibînin.”

Wehîde Seyîd Ehmed jî anî ziman ku ew bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaştin mafê xwe û ew ê jî wek jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û wiha got: "Tecrîd li ser Rêber Apo didome, em di zûtirîn demê de azadiya Rêberê xwe dixwazin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya mirovahiyê û bi taybet a jinan e. Êdî sebra me nemaye, em azadiya Rêberê xwe dixwazin.”

ANHA