Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir

Birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir
13 kanûn, 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê da.