Akademiya Jineolojî ya Rojava înfazkirina 18 sivîlan û qetilkirina 18 zarokan belge kir

Akademiya Jineolojî ya Rojava bi du sernavên “Bakur û Rojhilatê Sûrî De Tewanên Şer” û “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çend Bûnerên Tawanên Şer Li Dijî Zarokan” rapor amede kirin. Di raporan de bi dîmen û wêne hat belgekirin ku 18 sivîl hatine qetilkirin û înfazkirin, her wiha 18 zarok jî hatine qetilkirin. Endama Akademiya Jineolojî ya Rojava Leman Şêxo got: “Bi qetilkirina zarokan xwestin bêjin ku ‘em ê pêşeroja we jî bikujin’”.

Akademiya Jineolojî ya Rojava înfazkirina 18 sivîlan û qetilkirina 18 zarokan belge kir
12 sibat, 2026   09:09
QAMIŞLO

Akademiya Jineolojî ya Rojava bi du sernavên “Bakur û Rojhilatê Sûrî De Tewanên Şer” û “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çend Bûyerên Tawanên Şer Li Dijî Zarokan” rapor amede kirin. Di van raporan de bi dîmen û wêne binpêkirinên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne belge kirin.

Di naverokên raporan de “Êrişên bi zanabûn ên li ser sivîlan, êşkence, qetilkirina sivîlan, zarok û jinan, êşkencekirin û şewitandina cenazeyan, wêrankirina goristanan, înfazkirina sivîlan û hêzên parastinê, derxistina dil û çavê ciwanekî, topbarankirina nexweşxane û mizgeftan ku gel lê kom bibûn, jêkirina keziyên jinan, avêtina cenazeyên şervanên jin, talan û dizîn, koçberkirina gel, bombebaran bi balafirên dewleta Tirk, revandina sivîlan” ên ku bi dîmen û wêne hatine belgekirin hene.

Li gorî belgeyên ku hatine komkirin, ji 6-11’ ê Çileyê (2026) (êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê) heta 17-26’ê Çileyê (êrişên li ser Dêr Hafir, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Kobanê), li Helebê dîmenên înfazkirin û qetilkirina 18 sivîlan, li ser rêya Reqa û Dêrazorê qetilkirina malbatek ji 6 kesan pêk tê, avêtina cezaneya jinekê, jêkirina porê jinekê, derxistina dil û çavê mêrekî, dîlgirtin û heqareta 294 sivîlan hatine qeydkirin.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Kobanê 7 sivîl qetil kirine û 4 sivîl jî birîndar kirine.

Endama Akademiya Jineolojî ya Rojava Leman Şêxo li ser naveroka raporên ku amade kirine ji me re axivî.

Leman Şêxo bi bîr xist ku şerê li Sûriyeyê rû dide ne nû ye, hertim êriş li ser Kurdan hatin meşandin û wiha axivî: “Me weke Akademiya Jineolojiyê xwest em binpêkirinên çêdibin belge bikin û bigihînin cihên eleqeder. Di şerê ku ji 6’e Çileyê ve tê meşandin de sivîl hatin hedefkirin. Nexweşxane, mizgeft û mal hatin hedefkirin. Ev jî bi çekên dewleta Tirk hatin kirin. Vê jî desteka ji derve ispat kir. Me jî ev jî bi dîmen, wêne belge kirine ku ji sedê sed hatine piştrastkirin.”

QETILKIRINA ZAROKAN

Her wiha li gorî raporan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di dîrokên cuda de 9 zarok hatine qetilkirin û 11 zarok jî birîndar bûne. Zarokên bi navê Nûra Reşo (10), Emîn Reşo (8), Mîra Reşo (3), Xoreşîd Omer (13), Sebrî Mihemed Ebdelqadêr (8), Mihemmed Ebdurehman Berekat (8 mehî), du zarokên 10 salî ku navên wan nehatiye zanîn hatine qetilkirin. Zarokên bi navê Îvan Ebdo (2), Şam Dilo (3), Hemûde Mihemed Bekir (13), Eslan Bekir (15), Cîhad Salih Nasir (15), Ehmed Bedir Aldîn Zêdan (15), Abdullah Hesen Mihemed (8), Hela Hemze (13), Wîam (6), Rehef Hemze (6) û Receb Ebdulfetah (13) jî birîndar bûn. Gelek zarok jî ji her du taxan winda bûne û ji ber êrişên berdewam hejmar û navên van zarokan nehatine tespîtkirin. Zaroka bi navê Axîn ku hêj 20 rojî ye û dayik û bavên wê hatine kuştin, winda ye.

Li Reqa, Hesekê û Kobanê jî di êrişên hikumeta demkî û dewleta Tirk de 9 zarok hatine qetilkirin. Li Reqayê zarokek 10 salî ku navê wê/î nehatiye zanîn, li Hesekê Deham Elreşo (10), li ser Rêya Kobanê-Reqayê Mehmûd Mesî Alkûlik (15), li gudewarên Kobanê jî Sabrîn Ehemd Elawî (8), Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10), Îbrahîm Ehmed Elawî (5), Cafer Mihemed Şêx Bozan (3), Solîn Mihemed Şêx Bozan (7) hatine qetilkirin.

’BI QETILKIRINA ZAROKAN XWESTIN BÊJIN ‘EM Ê PÊJEROJA WE BIKUJIN’

Leman Şêxo bal kişand ser qetilkirina zarokan û wiha got: “Bi hedefgirtina zarokan peyamek dan gel. Gotin ku em pêşeroja xwe jî dikujin, nefikirin ku hûnê çanda xwe û hebûna xwe berdewam bikin. Ji ber ku zarok çanda berdewamiya civakê ye.”

Leman Şêxo diyar kir ku wan rapor bi 7 zimanan (Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Almanî, Fransî û hwd) amede kirine, ew ê bi tevgerên jin, saziyên parastina mafê jin û zarokan, saziyên navneteweyî yên eleqeder bikin.

Hûn dikarin di rêya van lînkan de agahiyên berfireh bibînin.

https://jineoloji.eu/bakur-u-rojhilata-suri-de-tawanen-ser-en-ku-hatine-kirin/

https://jineoloji.eu/li-bakur-u-rojhilate-suriye-cend-buyeren-tawanen-ser-li-diji-zarokan/

(bî)

ANHA