Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin

ji Zehra Mûhammedvelî ku li Eyaketa Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin 8 roj in agahî nayê wergirtin.

Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin
31 gulan, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Zehra Mûhammedvelî ku ji navçeya Abdanan a Îlamê ye, di 23'ê Gulanê de li navçeya Dehloranê hate binçavkirin.

 Li gorî agahiyan, binçavkirin bêyî biryara dadgehê hate kirin. Zêdeyî hefteyek e ti agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin.

 Malbatê diyar kir ku li ser hinceta binçavkirinê, cihê ragirtinê û rewşa tenduristiyê ya Zehra Mûhammedvelî wan serî li rayedaran dane, lê belê ti agahî wernegirtine.