Komeleya Newroz û PYD‘ê serdana malbatên Rojava kir

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û PYD‘ê bi boneya Cejna Qurbanê serdana malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Lubnanê dimînin, kirin.

Komeleya Newroz û PYD‘ê serdana malbatên Rojava kir
31 gulan, 2026   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê, bi boneya Cejna Qurbanê, hejmarek malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ziyaret kirin.

Şandeyê hejmarek ji malbatên Kurdên Rojava yên ji ber şer çûne Lubnanê û ji ber êrişên Îsraîlê zehmetiyan dibînin,  ziyaret kirin.

Endamên şandeyê piştgiriya xwe bi malbatan re anîn ziman û li pirsigrêkên wan û hewcedariyên wan guhdarî kirin.

Di hevdîtinê de girîngiya ku girêdana nifşên nû bi welat re were xurtkirin û rê nayê dayîn ku xurbet girêdana bi welat re lawaz bike, hat vegotin.

Malbatan spasiya şandeyê kir û anî ziman ku ev serdan rihê hevgirtinê xurt kir û hestê xurbet û êşkêşanê sivik dike.

Di dawiyê de şandeyê Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê û penaber vegerin welatê xwe.

(bb)

ANHA